Dijayetiya Fraksiyona Parlemanî ya Sairûna Iraqê digel hebûna çekdarî ya Amerîkayê
https://kurmanci.sahartv.ir/news/iraq-i299984-dijayetiya_fraksiyona_parlemanî_ya_sairûna_iraqê_digel_hebûna_çekdarî_ya_amerîkayê
Fraksiyona hevpeymaniya Sairûnê li Parlemana Iraqê ya ser bi Tevgera Sedr hebûna çekdarên amerîkî li vî welatî wek binpêkirina hakimiyeta vî welatî da zanîn.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Çile 06, 2019 13:19 Asia/Tehran
  • Dijayetiya Fraksiyona Parlemanî ya Sairûna Iraqê digel hebûna çekdarî ya Amerîkayê

Fraksiyona hevpeymaniya Sairûnê li Parlemana Iraqê ya ser bi Tevgera Sedr hebûna çekdarên amerîkî li vî welatî wek binpêkirina hakimiyeta vî welatî da zanîn.

Medyayên xwecihî yên Iraqê hin nûçe derbarê hebûna Astîn Rînfors Fermandarê Hevpeymaniya Navneteweyî ya Qaşo dijî DAIŞê li Iraqê bi hin efserên amerîkî re hevdem digel salvegera derketina çekdarên amerîkî ji Iraqê weşandin ku tûşî bertekên berfireh li nav aliyên siyasî û gelanî bû.

Li gorî rapora roja Yekşemiyê ya Mehr Newsê, Hemdullah Rekabî, berdevkê Fraksiyona hevpeymaniya Sairûnê li Parlimana Iraqê bi daxûyaniyekê destnîşan kir: Hebûna çekdarên amerîkî li Bexdayê rûyê qirêj a dewleta Amerîkayê da xûyandin; Dewleta ku tevahiya qanûn û soz û qiranên navneteweyî binpê dike.

Rekabî her wiha got: Helwêsta Fraksiyona hevpeymaniya Sairûnê li Parlemana Iraqê ya dijayetiya digel siyasetên Amerîkayê neguhêrbar e û ev welata (Amerîka) rêzê li hakimiyeta welatan û hurmeta gelan nagire.

Pêştir û bi hatina hejmareka zêde ya çekdarên amerîkî ji Sûriyê  bo baregeha leşkerî ya Eyn El esedê li rojavaya parêzgeha Enbarê, Donald Trumpê serokomarê Amerîkayê bi amadebûna li vê baregehê di roja 26ê Kanûna 2018an da ragihand ku wî dil tune çekdarên amerîkî yên li Iraqê ji vî welatî derxîne.

Gotinên serokomarê Amerîkayê tûşî pêleka berfireh a nerazîtiya kesayetî, kom û partiyên siyasî yên vî welatî ji wan parlementerên Iraqê bû.