Serokkomarê Iraqê gihêşt Tirkiyê
https://kurmanci.sahartv.ir/news/iraq-i299873-serokkomarê_iraqê_gihêşt_tirkiyê
Serokkomarê Iraqê îro nîvro bi taximeke pilebilind re gihêşt balefirgeha Enqerê.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Çile 03, 2019 12:40 Asia/Tehran
  • Serokkomarê Iraqê gihêşt Tirkiyê

Serokkomarê Iraqê îro nîvro bi taximeke pilebilind re gihêşt balefirgeha Enqerê.

 Berhem Salih û taxima pêre li balefirgeha Enqerê ji aliyê Fatih Donmaz wezîrê enrejî û çavkaniyên xwezyî yê Tirkiyê û Fetah Yildiz balyozê Tirkiyê  li Bexdayê hat pêşewazîkirin.

 Li vê seferê Berhem Salih dê bi Receb Teyib Erdogan serokkomarê Tirkiyê ra hevdîtin û gotûbêjê bike.

Peywendiyên  dualî û xurtkirina hevkariyên giştalî ji mêhwerên  gotûbêjên berpirsên iraqî û tirk hatiye raghandin.

 Eva yekim sefera Berhem Salih bo Enqerê ji dema  wergirtina posta serokkomariya Iraqê ji destpêka Cotmehê va ye.

 Serokkomarê Iraqê midehek berî niha sefera Kuweytê, Îmarat, Urdin, Îran û Erebistanê kiribû.