Serokkomarê Iraqê gihêşt Tirkiyê
Çile 03, 2019 12:40 Asia/Tehran
Serokkomarê Iraqê îro nîvro bi taximeke pilebilind re gihêşt balefirgeha Enqerê.
Berhem Salih û taxima pêre li balefirgeha Enqerê ji aliyê Fatih Donmaz wezîrê enrejî û çavkaniyên xwezyî yê Tirkiyê û Fetah Yildiz balyozê Tirkiyê li Bexdayê hat pêşewazîkirin.
Li vê seferê Berhem Salih dê bi Receb Teyib Erdogan serokkomarê Tirkiyê ra hevdîtin û gotûbêjê bike.
Peywendiyên dualî û xurtkirina hevkariyên giştalî ji mêhwerên gotûbêjên berpirsên iraqî û tirk hatiye raghandin.
Eva yekim sefera Berhem Salih bo Enqerê ji dema wergirtina posta serokkomariya Iraqê ji destpêka Cotmehê va ye.
Serokkomarê Iraqê midehek berî niha sefera Kuweytê, Îmarat, Urdin, Îran û Erebistanê kiribû.