Amerîkayê leşkerên xwe yên derxistî ji Sûriyê şandin Iraqê
Çile 01, 2019 11:46 Asia/Tehran
Komek din ji leşkerên Amerîkayê piştî derketina ji axa Sûriyê derbasî nav axa Iraqê bû.
IRNAyê îro ragihand ku karwanê leşkerên Amerîkayê ku ji 120 makîneyên zirihî û kamiyonan pêk dihat li bargeheke nêzîkî Herêma Kurdistana Iraqê damezirîn.
Piştî ku serokomarê Amerîkayê Donald Trump 19 Kanûnê diyar kir ku wê leşkerên Amerîkayê ji Sûriyê derxîne, hejmarek ji van hêzana li bargeha Eyn el-Esedya parêzgeha Enbara Iraqê damezirîn û 29 Kanûnê Trump li sefera xwe ya veşartî bo Iraqê li vê bargeha leşkerî got ku naxwaze leşkerên Amerîkayê ji Iraqê derxîne. Ev gotinên Trump rastî bertekên tund ji aliyê rayedar û parlemanterên Iraqê hat.