Leşkerên amerîkî careka din li Herêma Kurdistana Iraqê bi cih bûn
https://kurmanci.sahartv.ir/news/iraq-i299773-leşkerên_amerîkî_careka_din_li_herêma_kurdistana_iraqê_bi_cih_bûn
Endamê Komîsiyona Ewlehiyê ya Parlimana Iraqê qala dubarebûna hatina veşartî ya çekdarên amerîkî ji Sûriyê bo Kurdistasna Iraqê û avakirina baregeha nû ya leşkerî li Hewlêrê li Herêma Kurdistanê kir.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Kanûn 31, 2018 14:43 Asia/Tehran
  • Leşkerên amerîkî careka din li Herêma Kurdistana Iraqê bi cih bûn

Endamê Komîsiyona Ewlehiyê ya Parlimana Iraqê qala dubarebûna hatina veşartî ya çekdarên amerîkî ji Sûriyê bo Kurdistasna Iraqê û avakirina baregeha nû ya leşkerî li Hewlêrê li Herêma Kurdistanê kir.

Endamê Komîsiyona Ewlehiyê ya Parlimana Iraqê, Kerîm Elîwî îro anku Duşemiyê li gotûbêja bi ajnsa nûçeyan a El Melûmeyê tevî amajeya bi vê yekê ku hejamreka din a çekdarên amerîkî  bi derketina ji Sûriyê bi awayê nihênî û bêyî haya dewleta federal an îzna wê, derbasî nav axa Iraqê bûne, got: Ev karê Amerîkayê berçavnegirtina hakimiyeta Iraqê ye.

Endamê Komîsiyona Ewlehiyê ya Parlimana Iraqê ji dewletê xwest helwêsta xwe derbarê hebûna çekdarên amerîkî li parêzgehên rojavayî û bakurî dyar bike.

Elîwî beriya vêya jî tevî amajeya bi hatina hêzên amerîkî ji Sûriyê bo parêzgehên Enbar, Nêynewa û Hewlêr, hişyarî da: Waşîngton bi neçêbikaranîna lihevkirinameya stratijîk a wajokirî digel Bexdayê, hewil dide ku hêzên xwe yên çekdar piştî derxistina ji Sûriyê, bibe nav axa Iraqê.