Serokwezîrê Iraqê: Hîç baregeheke leşkerî ya Amerîkayê yan bîyanî li Iraqê tineye
https://kurmanci.sahartv.ir/news/iraq-i299753-serokwezîrê_iraqê_hîç_baregeheke_leşkerî_ya_amerîkayê_yan_bîyanî_li_iraqê_tineye
Serokwezîrê Iraqê herwiha got: Ti baregeheke leşkerî ya Amerîkayê yan bîyanî li Iraqê tineye û hemî bnaregehên Iraqê ne.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Kanûn 31, 2018 06:52 Asia/Tehran
  • Serokwezîrê Iraqê: Hîç baregeheke leşkerî ya Amerîkayê yan bîyanî li Iraqê tineye

Serokwezîrê Iraqê herwiha got: Ti baregeheke leşkerî ya Amerîkayê yan bîyanî li Iraqê tineye û hemî bnaregehên Iraqê ne.

Serokwezîrê Iraqê Adil Evdilmehdî li civîna rojnamevanîyê ya li Bexdayê wekî berteka li hemberî meseleyên ku têkildarî seredana bidizî ve û çendsiete ya Serokomarê Amerîkayê Donald Trump bo Iraqê hatine hilêxistinê got: Baregeha hewayî ya Eyn ul Esedê li rojavaya vî welatî baregeheke sedîsed iraqî ye.

Serokwezîrê Iraqê herwiha got: Amerîkayê ti baregehek li Iraqê tineye û hemî baregehên leşkerî yên Iraqê ne ku helbet li pişkeke hinek ji wan baregehana hêzên amerîkî û neamerîkî jî hene.

Serokomarê Amerîkayê Donald Trump çarşemê şevê nişkêve gihîşt baregeha leşkerî ya Eyn ul Esedê li rojavaya Iraqê û digel leşkerên amerîkî hevdîtin pêk anî.