Avairina hêza deryayî ya nû ji aliyê Heşda Şebî ya Iraqê
Hêzên Heşda Şebî ya Iraqê li bara kiryarên seretayî bona pêkanîna hêzeke deryayî ya nû li çarçoveya fermandehiya "Selahedîn" agahî da.
Li gorî rapora Al-Alam`ê, fermandehiya navendî ya Heşda Şebî îro Yekşemiyê bi weşandina daxûyaniyekê ragihand: "Karûbarên organîzekirinê li bara avakirina vê hêza deryayî li Heşda Şebî bi serketin cih hatiye".
Ji aliyê din ve, Mehmûd Merzî ji fermandeyên Heşda Şebî li parêzgeha Enbarê li rojava Iraqê li bara hejmara hêzên eskerî yên emerîkî yên hazir li navenda hewayî ya Eyn Esedê got: "Ev navenda pênc hezar eskerên emerîkî li nav xwe cih kirine û çek û rextên pêşketî yên topxaneyî û zirixî li vê navendê hene".
Wî tekez kir hejamrek ji hêzên emerîkî jî piştî paşdevekişyana ji Sûriyê hatine şandin bo navendên emerîkî li parêzgeha Hewlêrê.
Donald Trump serokkomarê Emerîkayê Çarşemiyê şevê li sefereke pêştir kivşnekirî çû Iraqê û li baregeha Eyn Esedê li parêzgeha Enbarê bi eskerên emerîkî re hevdîtin pêk anî û got ku naxwaze eskerên emerîkî yên bicibûyî li Iraqê ji vî welatî derxîne.
Nûnerên parlemana Iraqê jî roja Îniyê daxwaza dengwergirtina bona derxistina eskerên emerîkî ji Iraqê kirine û biryar e civîneke awarte bona hilkolandina vê mijarê li parlemanê li dar xînin.