Êrişa terorîstên DAIŞê ser polîsê federal a Iraqê li Xaniqînê
Ji ber êrişa terorîstên DAIŞê ser polîsê federal a Iraqê li parêzgeha Xaniqînê parek ji hêzên polîs hatine kuştin yan jî birîndar bûn.
Li gor rapora ajansaa nûçan a Kurd Pressê, Ji ber êrişa duh îniyê ya terorîstên DAIŞê ser hêzên polîsê federal a Iraqê li navça derûdora pirêya Helwan li nêzikî Xaniqînê li bakûra rojhilata parêzgeha Diyalê hinek ji van hêzan hatine kuştin yan jî birîndar bûne.
Navendên nûçan ji Iraqê ragihandine ku ev êrişa terorîstên DAIŞê ser navenda polîsê federal di navbera Celewla û Xaniqînê li ser pirêya Helwanê li nêzikiya Xaniqînê qewimiye ku polîsek ji ber vê êrişa terorîstî hatiye kuştin û çend polîs jî birîndar bûne û çend erebeyên polîs jî hatine şewitandin.
Li van rojana ev cara sisyan e ku terorîstên DAIŞ'ê êrişî ser hêzên dewletî ya Iraqê kirine.
Ji aliyê din ve telivîzyona Rudawê ya Herêma Kurdistana Iraqê jî ragihandiye ji ber êrişa terorîstên DAIŞ'ê ser navenda polîs li parêzgeha Xaniqînê, 2 hêzên polîs hatine kuştin.