Serokê PDK`ê ligel Nûnera Neteweyên Yekgirtî civiya
Serokê Partîya Dêmokirat a Kurdistana Iraqê (PDK) ligel Jeanine Hennis-Plasschaert Nûnera Taybet a Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekgirtî li Iraqê civiya û her du alîyan derbarê şerê dijî terorê û metirsiyên hizra terorê li ser asayişa Îraqê û navçeyê de gotûbêjkirin.
Mesûd Barzanî di vê civînê de ragehand ku, rast e DAIŞ di warê serbazî de hatiye têkbirin, lê sedemên serhildana terorê pêwîst e nemîn in. na xwe metirsiya terorê bi awayek din serî hildide û pêwîst jî zanî ku, şerê fikrî, civakî û aboriya terorê bê kirin.
Barzanî Di beşek din a vê civînê de bal kişand ser pêwendiyên Herêma Kurdistanê û Bexdayê û piştevaniya xwe ji bo Adil Abdulmehdî Serokwezîrê Iraqê nîşan da û ew kesayetîyekî vekirî û aligirê diyalogê wesif kir.
Jeanine Hennis-Plasschaert Nûnera Taybet a Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekgirtî li Iraqê şeva buhurî bi Serokwezîrê Herêma Kurdistana Iraqê Nêçîrvan Barzanî ra jî civîya.
Li gor daxûyaniya nivîsgeha Nêçîrvan Barzanî, wî di wê civînê de ji ber erkdarîya nû û destbikarkirinê pîrozbahî li Jeanine Hennis-Plasschaertê kir û hêviya serkeftinê ji bo wê kir.
Di daxûyaniyê de hat diyarkirin ku herdu aliyan derbarê proseya siyasî ya Iraq û Herêma Kurdistanê, giringiya temamkirina kabîneya nû ya hikûmeta Iraqê û peywendî û pirsgirêkên di navbera Hewlêr û Bexdayê de gotûbêj kirine û tekezî li çareserkirina wan bi diyalogê û li ser bingeha destûrê kirine.
Serokwezîrê Herêma Kurdistana Iraqê û Nûnera Taybet a Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekgirtî li Iraqê di pişkeke vê civînê de jî têkildarî alûguran û rewşa herêmê bi giştî û giringiya hevahengî û hevkariya navbera saziyên Herêma Kurdistana Iraqê û Neteweyên Yekgirtî axivîn.