Amirî. Divê leşkerên amerîkî ji Iraqê bên derxistinê
Kanûn 28, 2018 13:28 Asia/Tehran
Serokê Hevalbendîya Al Fatih a Iraqê pêgirî li ser pêwîstîya derxistina leşkerên Amerîkayê ji wî welatî kir.
Serokê Hevalbendîya Al Fatih a Iraqê Hadî Amirî îro li parêzgeha Selahedînê bal kişand ser pêwîstîya derxistina hêzên amerîkî ji Iraqê û got: Hebûna hêzên bîyanî yan hetta baregehên leşkerî yên dayimî li Iraqê bi hîç awayekî nayê qebûlkirinê.
Amirî qedrê komên berxwedêr ên islamî li hemberî Amerîkayê girt û rola Komara Islamî ya Îranê di têkoşîna dijî têrorîsmê û DAIŞ`ê da gellekî girîng zanî.
Serokomarê Amerîkayê DOnald Trump çarşemê şevê nişkêve derbasî baregeha hewayî ya Ayn ul Asad li Al Anbarê li rojavaya Iraqê bû.