Mercê Serokwezîrê Iraqê ji bo hevdîtina digel Serokomarê Amerîkayê
Serokwezîrê Iraqê ji bo hevdîtina digel Serokomarê Amerîkayê li baregeha Ayn ul Asadê, 2 merc kivş kiribûn.
Li gorî rapora Kanala Al Xedîrê, Serokomarê Amerîkayê Donald Trump ku şeva buhurî nişkêve seredana baregeha leşkerî ya Ayn ul Asadê li parêzgeha Al Anbar a Iraqê kir, Serokwezîrê Iraqê Adil Evdilmehdî hevdîtina digel wî bi ``seredana Trump bo Bexdayê`` û ``hilênexistina mijara boykotên dijî Îranê`` va girêda.
Li gorî vê raporê ji ber ku Trump mercên Evdilmehdî qebûl nekirin, Serokwezîrê Iraqê jî neçû baregeha Ayn ul Asadê.
Nivîsgeha Serokwezîrtîya Iraqê di daxûyanîyekê di vî warî da ragihand: Pêwîst bû pêşwazîya fermî ji Serokomarê Amerîkayê bê kirinê û ew bi Serokwezîrê Iraqê re bicive lê, nakokîya têkildarî plana hevdîtinê bû sedem ku her du alî tenê bi rêya telefonê biaxivin.