Mercê Serokwezîrê Iraqê ji bo hevdîtina digel Serokomarê Amerîkayê
https://kurmanci.sahartv.ir/news/iraq-i299654-mercê_serokwezîrê_iraqê_ji_bo_hevdîtina_digel_serokomarê_amerîkayê
Serokwezîrê Iraqê ji bo hevdîtina digel Serokomarê Amerîkayê li baregeha Ayn ul Asadê, 2 merc kivş kiribûn.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Kanûn 27, 2018 17:01 Asia/Tehran
  • Mercê Serokwezîrê Iraqê ji bo hevdîtina digel Serokomarê Amerîkayê

Serokwezîrê Iraqê ji bo hevdîtina digel Serokomarê Amerîkayê li baregeha Ayn ul Asadê, 2 merc kivş kiribûn.

Li gorî rapora Kanala Al Xedîrê, Serokomarê Amerîkayê Donald Trump ku şeva buhurî nişkêve seredana baregeha leşkerî ya Ayn ul Asadê li parêzgeha Al Anbar a Iraqê kir, Serokwezîrê Iraqê Adil Evdilmehdî hevdîtina digel wî bi ``seredana Trump bo Bexdayê`` û ``hilênexistina mijara boykotên dijî Îranê`` va girêda.

Li gorî vê raporê ji ber ku Trump mercên Evdilmehdî qebûl nekirin, Serokwezîrê Iraqê jî neçû baregeha Ayn ul Asadê.

Nivîsgeha Serokwezîrtîya Iraqê di daxûyanîyekê di vî warî da ragihand: Pêwîst bû pêşwazîya fermî ji Serokomarê Amerîkayê bê kirinê û ew bi Serokwezîrê Iraqê re bicive lê, nakokîya têkildarî plana hevdîtinê bû sedem ku her du alî tenê bi rêya telefonê biaxivin.