Pêgirîya Berhem alih ser berfirekirina peywendîyên warê enerjîyê digel Îranê
https://kurmanci.sahartv.ir/news/iraq-i299652-pêgirîya_berhem_alih_ser_berfirekirina_peywendîyên_warê_enerjîyê_digel_Îranê
Serokomarê Iraqê di hevdîtina digel Wezîrê Av û Ceryanê yê Komara Islamî ya Îranê de, pêgirî li ser girîngîya berfirekirina peywendîyên warê enerjîyê yên digel Îranê kir.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Kanûn 27, 2018 16:37 Asia/Tehran
  • Pêgirîya Berhem alih ser berfirekirina peywendîyên warê enerjîyê digel Îranê

Serokomarê Iraqê di hevdîtina digel Wezîrê Av û Ceryanê yê Komara Islamî ya Îranê de, pêgirî li ser girîngîya berfirekirina peywendîyên warê enerjîyê yên digel Îranê kir.

Serokomarê Iraqê Berhem Salih îro li Bexdayê bi Wezîrê Av û Ceryanê yê Komara Islamî ya Îranê re civîya û got: Berfirekirina peywendîyênan di hemî waran nemaze di warê enerjî û avê da bi awayekî ku bibe sedema jordabirina asta hevkarîyan girîng e.

Berhem Salih di pişkeke vê civînê de pêgirî kir ku hemî welatên navçê berpirsîyeke mezin di warê misogerkirina isûlên aştî û istiqrarê da hene.

Wî herwiha got: Welatên cînar erkeke mezin hene ku bi saya bihêzkirina bingehên aştî û istiqrarê bi rêka gotûbêjên ciddî û hevkarîyê, bibin sedema pêkanîna pêbawerîyê di çarçova berjewendîyên gelên herêmê da.

Wezîrê Av û Ceryanê yê Komara Islamî ya Îranê Riza Erdekanîyan jî di vê civînê da ragihand ku Îran pêgirîyê ser berfirekirina hevkarîyên digel Iraqê yên gişk waran ji wan ceryan, enerjî, av û sûdwergiritna ji berhemanîn, teyarkirin û perwerdekirina pisporan û veghortina ezmûnan sekinî.

Wezîrê Av û Ceryanê yê Komara Islamî ya Îranê û Wezîrê Ceryanê yê Iraqê îro nîvro liyêkgiheştinameyk di warê av û ceryanê de li Bexdayê wajo kirin.

Wezîrê Av û Ceryanê yê Komara Islamî ya Îranê ku di çarçova seredaneke durojî da bi merema hevdîtina digel rayedarên iraqî çûye Bexdayê, wê bi Serokwezîr, Wezîrê Avedankirin û Avahîyan û Alîkarê Serokwezîrê Iraqê re jî derbarê enerjîyê de bicive.