Bi mûşek êrîş li ser balyozxana Amerîkayê ya Bexdayê pêkhat
Kanûn 27, 2018 11:44 Asia/Tehran
Li gor zanyariyên bidest ketin îro hejmarek mûşek nêzîk balyozxana Amerîkayê ya li Bexdayê ketin û dengê teqînan li derdora balyozxanê hat bihêstin.
Ew êrîşa mûşekî ya ser balyozxaneya Amerîkayê li Bexdayê, piştî gefên tund ên serokê çekdarên Esayib Ehlî El Heq Qeys Xezelî pêkhat.
Qeys Xezalî daxwaz ji serokê Amerîkayê Donald Trump kir, hêzên welatê xwe ji Iraqê vekêşe, eger na ezmûn û şiyana wan heye ku hêzên Amerîkayê naçar bikin ji Iraqê derbikevin.
Heta niha diyar nîne ka kîjan grub û aliyek ji wê êrîşa mûşekî re berpirse.
Berî ku avêtina mûşekan were piştrastkirin hatibû ragiihandin ku çendîn caran li devera kesk ku avahiya balyozxana Amerîkayê tê de ye dengê teqînan hat bihêstin.