Dengê gulleyan li Bexdayê
Kanûn 27, 2018 10:55 Asia/Tehran
Li navenda Bexdayê û derdora Devera Kesk ya Ewlekariyê ku cihê nevend û avahiyên hikûmetê û sefaretxana Amerîkayê ye çend caran bi dû hev dengê gullan hat bihêstin.
Li gor nûçeya IRNA, piştî serdana veşartî û bi dizî ya serokomarê Amerîkayê Donald Trump bo Iraqê û civîna wî bi fermandarên artêşa Amerîkayê re li parêzgeha Enbarê ku şeva borî cihat, çendîn caran bi dû hev li Bexdayê navenda Iraqê dengê gullan hat bihêstin.
Hin medyayên navçê dibêjin ev gullereşandina li derdora Devera Kesk ya ku cihê nevend û avahiyên hikûmetê û sefaretxana Amerîkayê ye, qewmiye.
Hîn rayedarên iraqî ser vê bûyerê ti tişt negotine.