Daxuyaniya nivîsgeha Ebdulmehdî ya derbarê serdana veşartî ya Trump a Iraqê
Serokwezîrê Iraqê hûrgiliyên serdana veşartî ya serokê Amerîkayê ya Iraqê aşkera kir.
Li gor daxuyaniya nivîsgeha ragehandinê ya serokwezîrê Iraqê Adil Ebdulmehdî, Serokê Amerîkayê Donald Trump bi telefonê li gel serokwezîr Ebdulmehdî axaftiye.
Li gor heman daxuyaniyê, biryar hatiye dayîn ku di cihê hevdîtinê de, peyvendiyeke telefonî di navbera Donald Trump û Adil Ebdulmehdî de bê pêkanîn.
Herwaha di wê peyvendiya telefonî de Serokê Amerîkayê û serokwezîrê Iraqê gotûbêja şerê dijî rêxistina terorîst a DAIŞê û vekêşîna hêzên Amerîkayê yên li bakur û rojhilata Sûriyê kirin û herwaha Trump Adil Ebdulmehdî vexwandiye bo Washingtonê.
Şeva borî 26.12.2018ê çapemeniya Amerîkayê bi belav kirina çend wêneyên Donald Trump û hevjîna wî Milania Trump ên li gel hêzên Amerîkayê yên li Iraqê hatin belav kirin ku Trump şeva borî bi serdaneke veşartî geheştiye Iraqê û li biryargeheke artêşa welatê xwe ya li parêzgeha Enbarê, li gel fermandar û leşkerên Amerîkî civiya. Herwiha hat ragihandin ku rayedarên Iraqê rûniştina bi Trump re red kirin.