Hevdîtina serokomarê Amerîkayê û rayedarên Iraqê pêk nehat
https://kurmanci.sahartv.ir/news/iraq-i299631-hevdîtina_serokomarê_amerîkayê_û_rayedarên_iraqê_pêk_nehat
Baroya serokwezîrê Iraqê ragihand ku rûniştina serokomarê Amerîkayê Donald Trump û serokên Iraqê bi hev re ji ber dijberiyên li ser şêwaza lidarxistina vê rûniştin îbtal bû.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Kanûn 27, 2018 08:02 Asia/Tehran
  • Hevdîtina serokomarê Amerîkayê û rayedarên Iraqê pêk nehat

Baroya serokwezîrê Iraqê ragihand ku rûniştina serokomarê Amerîkayê Donald Trump û serokên Iraqê bi hev re ji ber dijberiyên li ser şêwaza lidarxistina vê rûniştin îbtal bû.

Hatiye zanîn ku Donald Trump û hevjîna wî Melenia Trump yekser serdana binkeya Eyn Esed a Amerîkayê li Enbarê kirine.

Şeva borî çapemeniya Amerîkayê çend wêneyên Donald Trump û hevjîna wî Milania Trump ên li gel hêzên Amerîkayê yên li binkeya leşkerî ya Eyn Esed a Amerîka li Enbarê Iraqê belav kirin. Trump şeva borî  ji ber metirsiya ewlehiyê li Iraqê bi dizî û  veşartî seredana vî welatî kir û li parêzgeha Enbarê, li gel fermandar û leşkerên Amerîkî civiya û bêyî rûniştina bi rayedarên iraqî re piştî sê saetan terka vî welatî da.

Li gor nûçeyekî Sky News, Serokê Amerîkayê Donald Trump sedema aşkera nekirina serdana xwe ya Iraqê, ji ber metirsiya ewlehiyê da zanîn û ragehandiye ku ew gelek diltenge, ji ber piştî xerckirina 7 trilyon dolar pare, hîn jî Iraq ewlehî û îstiqrar nebûye û pêwîst dike bi veşartî serdana wî welatî bike.

Li vê navberê de Televîziyona libnanî ya Al-Mayadeen diyar kir ku serokk û rayedarên Iraqê daxwaza serokomarê Amerîkayê bona seredana bi şev ya ji binkeya leşkerî ya Eyn Esed a Amerîkayê li Enbarê red kirin.

Berdevkê Yekîneyên Hizbullaha Iraqê Cefer el-Huseynî  li berteka gotina serokomarê Amerîkayê ku gotibû hêzên xwe ji Iraqê dernaxe got: Berxwedana xelkê Iraqê  wê  Amerîkayê neçar bike ku terka welatê wan bide.

Cefer el-Huseynî got: Trump ji ber vê yekê serdana xwe ya Iraqê aşkera nekir ku ditirsiya canê wê bikeve ber taluke û metirsiyê.