Hêzên amerîkî piştî terikandina Sûriyê ketin nav hin parêzgehên Iraqê
https://kurmanci.sahartv.ir/news/iraq-i299618-hêzên_amerîkî_piştî_terikandina_sûriyê_ketin_nav_hin_parêzgehên_iraqê
Komîsyona ewlehî û berevaniyê ya Meclisa Iraqê, ragihand: Hêzên amerîkî ku ji Sûriyê vekişiyan, bêyî ragihandina ji pêş ve derbasî parêzgehên Hewlêr, Enbar û Neynewayê li Iraqê bûn.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Kanûn 26, 2018 16:10 Asia/Tehran
  • Hêzên amerîkî piştî terikandina Sûriyê ketin nav hin parêzgehên Iraqê

Komîsyona ewlehî û berevaniyê ya Meclisa Iraqê, ragihand: Hêzên amerîkî ku ji Sûriyê vekişiyan, bêyî ragihandina ji pêş ve derbasî parêzgehên Hewlêr, Enbar û Neynewayê li Iraqê bûn.

Li gorî rapora roja çarşemiyê ya IRIB News`ê, Kerîm El Mihemedawî, endamê Komîsyona ewlehî û berevaniyê ya Meclisa Iraqê, bi ragihandina vê nûçeyê got: Hevhatina stratêjîk li bara bicihkirina hêzên leşkerî li Iraqê pêk nehatiye û tenê perwerdekirina hêzên ewlehiyê û teyarkirina wan digire ber xwe.

Wî herwiha got: Waşîngton hewl dide ta ku piştî vekişyana ji Sûriyê, hêzên xwe derbasî Iraqê bike.

Berî niha Komîsyona ewlehî û berevaniyê ya Meclisa Iraqê, ragihandibû, veguhestina leşkerên amerîkî ji Sûriyê bo Herêma Kurdistana Iraqê, bêyî hevdengiya bi dewleta navendî ya Bexdayê re, dagîrkerî û binpêkirina serweriya Iraqê ye.

Heşda Şebî ya Iraqê jî ragihand: Ev hêza amade ye li hember her cure xetera muhtemel a di encama derketina hêzêzn amerîkî ji Sûriyê de bisekine.

Heyder Adil, alîkarê operasyona Neynewayê, jî ji hevkariya di navbera komên ewlehî, balafirên cengê yên artêşê û hêza hewayî de ji bo dabînkirina ewlehiyê li sînorên hevpar ên Iraq û Sûriyê agahî da.

Serokê Amerîkayê Donald Trump çarşemiya bihûrî aşkere kir ku wê hêzên xwe ji Sûriyê vekişîne û ew ligel Erdogan rêkeftine wê Erdogan li Sûriyê şerê DAIŞê bike.