Zêdebûna gêr û neyariyan navbera êzdî û Heşda Şebî li Şengalê
Cardin navbera Heşda Şebî û Êzdîxanê li Şengalê şer û pevçûna bi çekan çê bû ku di encamê de hêzekî Heşda Şebî birîndar bû.
Duh Sêşemê şer di navbera kurdên êzdî û hêzên Heşdî Şeibî de derket, di encam de bavê çekdarekî Heşda Şebî birîndar bû di himber de Hêzên Heşdî Şeibî gulle ber bi êzidiyan berdan. Ev pevçûna di encama dijbariya ser çêkirina dêwarekî ji aliyê hêzên êzidî yên bi navê êzdîxanê û Heşda Şebî de çê bû.
Fermandarê Hêzên Pêşmerge li Şingalê Qasim Şeşo ji BasNewsê re ragihand li şerê di navbera welatiyên sivîl û çekdarên Heşdî Şeibî derket, di encam de bavê çekdarekî Heşda Şebî birîndar bû.
Piştî birîndarbûna bavê çekdarekî Heşda Şebî, hêzên vê komê ber bi kurdên êzidî gulle berdan.
Hêjayî gotinê ye ku du şevên berê hêzên Heşda Şeibî li Şingalê ketibûn baregeha çekdarên hêza parastina Êzîdxanê û hinek ji wan girtibûn.
Ji aliylê din ve malpera Xendanê nivîsiye ku şerê navbera Heşda Eşîreyan ya ser bi Heşda Şebî û hêzên Êzdîxanê ji ber vê yekê bûye ku hêzên êzidî nedihêştin Heşda Şebî bikevin nav Şengalê. Vê malperê jî nivîsiye ku hêzekî Heşda Şebî birîndar bûye û her du alî niha di rewşa seferberiya tam de ne.