Amerîka ji Sûriyê vedikşe û 2 binekeyên serbazî li Iraqê çêdike
https://kurmanci.sahartv.ir/news/iraq-i299597-amerîka_ji_sûriyê_vedikşe_û_2_binekeyên_serbazî_li_iraqê_çêdike
Piştî biryara Serokomarê Amerîkayê Donald Trump a vekişandina hêzên vî welatî ji Sûriyê berpirsekî Iraqê îro aşkere kir ku Amerîka wê 2 binkeyên nû li Iraqê ava bike. Wê yekê li Rûmadî yek jî li ser sînorê Iraq û Sûriyê nêzîkî bajarê Enbar be.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Kanûn 26, 2018 08:46 Asia/Tehran
  • Amerîka ji Sûriyê vedikşe û 2 binekeyên serbazî li Iraqê çêdike

Piştî biryara Serokomarê Amerîkayê Donald Trump a vekişandina hêzên vî welatî ji Sûriyê berpirsekî Iraqê îro aşkere kir ku Amerîka wê 2 binkeyên nû li Iraqê ava bike. Wê yekê li Rûmadî yek jî li ser sînorê Iraq û Sûriyê nêzîkî bajarê Enbar be.

Ajansa Anadoluyê ya Tirkiyê ji zarê Endamê Meclîsa Parêzgeha Enbarê Ferhan Dilêmî, îdia kiriye ku wê Amerîka 2 binkeyên nû li Iraqê ava bike.

Herwiha li gor nivîsîna Anadoluyê yê ji zarê Dilêmî wê binkeyek li bajarê Qayim nêzîkî Rûmadî û binkeyek jî nêzîkî Enbarê bê avakirin.

 Herwiha Dilêmî amaje bi wê yekê jî kiriye ku bi avakirina wan binkeyan wê Amerîka di şerê dijî DAIŞê de piştevaniya Iraqê bike.

Bi avakirina binkeyeke nû li parêzgeha Enbarê 4 binkeyên Amerîka çêdibin li herêmê. Herwiha ligor zanyariyan bi hatina leşkerên nû yên Amerîkayê bo Iraqê jî hejmara leşkerên Amerîkayê li Iraqê jî digihê 5 hezar serbazan.