Rayedarê iraqî: Emerîkayê du meqerên eskerî li Enbarê ava kirine
Endamê konseya walîtiya Enbarê li bara avkirina du baregehên eskerî yên Emerîkayê li rojava Iraqê nêzîkî sînorên Sûriyê agahî da.
Donald Trump serokkomarê Emerîkayê, 19 Kanûna 2018`an raghand ku eskerên emerîkî li mehên tê dê ji Sûriyê derkevin. Piştî weşandina vê nûçê, hin nûçe jî li bara guhestina hêêzn emerîkî bo Iraqê tên bihîstin.
Ferhan El- Dêlemî, endamê konseya walîtiya Enbarê roja sêşemiyê li hevpeyvîna bi Anadolu Newsê re got: Navendeke eskerên Emerîkayê li bakurê navça El-Remanê li bajarê Qaimê nêzîkî sînorên Sûriyê û duwem baregeh jî li rojhilata bajarê Rutbê li rojava Remadiyê hatine avakirin ku kêmtir ji 100 km ji sînorê Sûriyê dûr in.
Endamê konseya walîtiya Enbarê destnîşan kir: Bi dehan eskerên emerîkî li van du navendan hene.
Pêştir jî Emerîka, du meqerên eskerî li Enbarêava kiribûn.
Li gor vê raporê, ji dema pêkanîna hevalbendiya emerîkî bona êrişa ser DAIŞê li sala 2014`an zêde ji 5 hezar eskerên Emerîkayê li Iraqê bi cih bûne.
Partî û kesayetiyên siyasî yên Iraqê bi caran bal kişandine ser işkesta koma terorîstî ya DAIŞ`ê û jinavçûna mehna hizûra eskerên biyanî ser navê hevalbendiya qaşo li Iraqê, û daxwaza derketina eskerên biyanî ji wan eskerên emerîkî ji welatê xwe kirin.