Parlimana Iraqê: Bêyî cihanîna daxwazên kurdan rê nayê dayîn bûca Iraqê were hilkolandinê
Cîgirê Duyem ê Serokê Parlimana Iraqê pêgirî kir ku bêyî cihanîna daxwazên kurdan ên têkildarî bûca sala 2019`ê, rê nayê dayîn ku pêşnumaya bûcê li meclisa Iraqê were hilkolandin.
Li gorî rapora Ajansa Nûçan a Kurdpress`ê, di halekî da ku kêmkirina pişka Herêma Kurdistanê ji bûca Iraqê ya sala 2019`ê ji sedî 17`ê bo sedî 12`ê bûye sedema nerazîbûna kurdan û nakokîyê di navbera Hewlêr û Bexdayê da û parlimanterên kurd bi dû zêdekirina wê ne, Cîgirê Duyem ê Serokê Parlimana Iraqê Beşîr Heddad li hevpeyvîna digel malpera fermî ya PDK`ê got ku bi tu awayî rê nayê dayînê ku Parliman bêyî cihanîna daxwazên kurdan, pêşnumaya bûca sala 2019`ê hilkolîne.
Beşîr Heddad ku rayedarekî PDK`ê ye, pêgirî kir ku para zêde ya daxwazên kurdan di bûca sala 2019`ê da nehatine berçavgirtinê nemaze meseleyên têkildarî pişka Herêma Kurdistanê ji bûcê û terxankirina bûcê ji bo Hêzên Pêşmerge, şopandina rewşa malbatên şehîdên Herêma Kurdistanê û meseleya niftê ku kurd li hemberî wana nerazî ne û dixwazin ku guhertin di van babetana da bên kirinê.
Beşîr Heddad herwiha got ku divê pêşnuma bûcê were guhertinê û daxwazên kurdan di wê da bên bicihkirinê û ev yeka jî divê yan bi rêya parlimanê yan jî bi rêka vegerandina pêşnumaya bûcê bo desteya wezîran were kirinê neku parlimanterên kurd li meclisa Iraqê rê nadin ev pêşnuma were pejirandinê.