Valakirina çend gundên Xaneqînê ji ber gefên DAIŞ`ê
https://kurmanci.sahartv.ir/news/iraq-i299542-valakirina_çend_gundên_xaneqînê_ji_ber_gefên_daiŞ_ê
Bi dû zêdebûna tevger û gefên têrorîstên DAIŞ`ê li derdora Xaneqînê ser bi parêzgeha Dîyale ya Iraqê, hejmarek gundên vê herêmê hatin valakirinê.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Kanûn 24, 2018 16:31 Asia/Tehran
  • Valakirina çend gundên Xaneqînê ji ber gefên DAIŞ`ê

Bi dû zêdebûna tevger û gefên têrorîstên DAIŞ`ê li derdora Xaneqînê ser bi parêzgeha Dîyale ya Iraqê, hejmarek gundên vê herêmê hatin valakirinê.

Kanala NRT`yê ragihand ku liv û tevgerên têrorîstên DAIŞ`ê li Xaneqînê û derdora wê zêde bûne û ev yeka bûye sedema gefê li hemberî ewlehîya niştecihên vê deverê.

Di hefteyên buhurî de deverên curbicur ên Xaneqînê ji wan mezargeha Bavemehmûd ketine ber êrişa têrorîstên DAIŞ`ê ku ew êrişana bûne sedema dilgiranîya niştecihên herêmê û valakirina hin gundan.

Deverên li Xaneqînê ketine ber êrişa DAIŞ`ê nemaze rêya Kelar-Xaneqînê, bi awayekî hevpar ji hêla hêzên ewelhîyê yên herêmî û polîsên fêdêral ên Iraqê va tên birêvebirinê û meqera hêzên çiqa 3 ya Pêşmerge jî li wan deverana ye û ew hêzana gişk di dema êrişa DAIŞ`ê da ketine dewrê û hêzên ewlehîyê yên navçê jî ketine ber bombeyên DAIŞ`ê.

Li gorî rapora NRT`yê, bilî têrorîstên DAIŞ`ê hin hêzên çekdar ên nenas jî li vê deverê hene.