Parlimana Iraqê veguhestina hêzên amerîkî bo Herêma Kurdistanê dagirkerîya nû bi nav kir
Kanûn 24, 2018 06:07 Asia/Tehran
Komsyona Ewlehî û Berevanîyê ya Parlimana Iraqê veguhestina hêzên amerîkî bo Herêma Kurdistana Iraqê ``dagirkerîya nû`` û binpêkirina serwerîya vî welatî zanî.
Li gorî rapora Ajansa Nûçan a Al Malumê, Endamê Komsyona Ewlehî û Berevanîyê ya Parlimana Iraqê Ebbas Ismayîlî bal kişand ser veguhestina hêzên amerîkî ji Sûrîyê bo baregehên leşkerî yên li Hewlêrê û got ku ev kiryara ku bêyî haydarîya dewleta Bexdayê hatîye kirinê ``dagirkerî û binpêkirina serwerîya Iraqê`` ye.
Wezareta Berevanîyê ya Amerîkayê roja Pêncşem 20`ê Kanûnê ragihand ku hêzên amerîkî dê ji Sûrîyê vekişin û li baregehekê li Hewlêrê bi cih bibin.