Konseya Ewlehîya Netewî ya Iraqê derbarê vekişîna Amerîkayê ji Sûrîyê da civîya
Kanûn 24, 2018 05:42 Asia/Tehran
Konseya Ewlehîya Netewî ya Iraqê bi serokatîya Serokwezîrê vî welatî Adil Evdilmehdî, rewşa piştî vekişîna hêzên amerîkî ji Sûrîyê û dûhatên ihtimalî yên wê ji bo Iraqê hilkoland.
Konseya Ewlehîya Netewî ya Iraqê di wê civînê de ku duh hat lidarxistinê, rewşa nû ya piştî vekişîna Amerîkayê ji Sûrîyê hilkoland û biryar û pêşbînîyên pêwîst di vî warî da dan.
Serokwezîrê Iraqê jî di vê civînê de got: Dewleta Iraqê pêngavên pêwîst ji bo parastina ewlehîya welêt û amadekarî û pêşbînîyên hewce li hemberî her dûhateke ihtimalî ya vê biryara Amerîkayê radike û dide.
Adil Evdilmehdî pêgirî kir ku em ê bi berfirekirina hewildana hêzên iraqî her êrişeke ihtimalî ya têrorîstan a bi rêya sînorên Sûrîyê pûç bikin.