Iraqê bersiva idiaya rojnama Seûdî ya derbarê qeyrana Sûrîyê de da
Berdevkê Serokomarê Iraqê ragihand: Nûçeya mêdyayeka Seûdî ku ragihandîye Berhem Salih Serokomarê Iraqê planek ji bo çareserkirina qeyrana Sûrîyê raber kirîye, ret kir û dîyar kir ku ew nûçe ne deqîq e.
Berdevkê Serokomarê Iraqê Luqman Feylî îro di daxûyanîyekê da ragihand: Helbet berhem alih hertim pêgirî li ser pêwîstîya piştgirîya ji hewildanên ji bo pêkanîna aştîyê û kutakirina şîdeta li Sûrîyê anegorî kutakirina destwerdana bîyanî di karên vî welatî de ûrêzgirtina li biryarên serbixwe yên Şamê kiribû.
Berdevkê Serokomarê Iraqê Luqman Feylî herwiha ragihand: Li gorî nêrîna Serokomarê Iraqê, serêxwegirtina wê armancê hewcedarê hevdengî û piştgirîya welatên cînar û civaka navnetewî ye ta ku bi vê rêyê pêşîya pevçûneke navçeyî û bêhasil were girtinê.
Wî herwiha bibîr xist, Iraq hertim bi dû bihêzkirina peywendîyên digel gişk cînaran e û destûra bingehîn a vî welatî jî pêgirîyê li ser sîyaseta xwedûrgirtina welatan ji destwerdana di karên navxweyî yên welatên din da dike.
Rojnama Al Shraq Al Awset a Erebistanê îro idia kir ku Serokomarê Iraqê Berhem Salih pêşnîyarek derbarê qeyrana Sûrîyê piştî biryara Amerîkayê ya vekişandina hêzên xwe ji Sûrîyê raber kirîye.