Iraqê bersiva idiaya rojnama Seûdî ya derbarê qeyrana Sûrîyê de da
https://kurmanci.sahartv.ir/news/iraq-i299507-iraqê_bersiva_idiaya_rojnama_seûdî_ya_derbarê_qeyrana_sûrîyê_de_da
Berdevkê Serokomarê Iraqê ragihand: Nûçeya mêdyayeka Seûdî ku ragihandîye Berhem Salih Serokomarê Iraqê planek ji bo çareserkirina qeyrana Sûrîyê raber kirîye, ret kir û dîyar kir ku ew nûçe ne deqîq e.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Kanûn 23, 2018 16:37 Asia/Tehran
  • Iraqê bersiva idiaya rojnama Seûdî ya derbarê qeyrana Sûrîyê de da

Berdevkê Serokomarê Iraqê ragihand: Nûçeya mêdyayeka Seûdî ku ragihandîye Berhem Salih Serokomarê Iraqê planek ji bo çareserkirina qeyrana Sûrîyê raber kirîye, ret kir û dîyar kir ku ew nûçe ne deqîq e.

Berdevkê Serokomarê Iraqê Luqman Feylî îro di daxûyanîyekê da ragihand: Helbet berhem alih hertim pêgirî li ser pêwîstîya piştgirîya ji hewildanên ji bo pêkanîna aştîyê û kutakirina şîdeta li Sûrîyê anegorî kutakirina destwerdana bîyanî di karên vî welatî de  ûrêzgirtina li biryarên serbixwe yên Şamê kiribû.

Berdevkê Serokomarê Iraqê Luqman Feylî herwiha ragihand: Li gorî nêrîna Serokomarê Iraqê, serêxwegirtina wê armancê hewcedarê hevdengî û piştgirîya welatên cînar û civaka navnetewî ye ta ku bi vê rêyê pêşîya pevçûneke navçeyî û bêhasil were girtinê.

Wî herwiha bibîr xist, Iraq hertim bi dû bihêzkirina peywendîyên digel gişk cînaran e û destûra bingehîn a vî welatî jî pêgirîyê li ser sîyaseta xwedûrgirtina welatan ji destwerdana di karên navxweyî yên welatên din da dike.

Rojnama Al Shraq Al Awset a Erebistanê îro idia kir ku Serokomarê Iraqê Berhem Salih pêşnîyarek derbarê qeyrana Sûrîyê piştî biryara Amerîkayê ya vekişandina hêzên xwe ji Sûrîyê raber kirîye.