Berteka parlemana Iraqê derheq şandina hêzên Amerîkayê yên li Sûriyê bo Kurdistana Iraqê
Komîsiyona Ewlekariya Neteweyî ya Parlemana Iraqê, birina leşkerên Amerîkayê yên li Sûriyê bo Kurdistana Iraqê bêyî hevahengiya bi hikûmeta navendî ya Iraqê re wek dagîrkerî û binpêkirina serweriya neteweyî ya Iraqê tê zanîn.
Li gor nûçeya kanala Al-Alamê Komîsiyona Ewlekariya Neteweyî ya Parlemana Iraqê, derheq nûçeyên belavbûyî ser şandina leşkerên Amerîkayê yên li Sûriyê bo Kurdistana Iraqê bertek nîşan da û ragihand ku Waşîngtonê ti heqeke xwe tine ku bêyî hevahengiya bi hikûmeta navendî ya Iraqê re ji hevhatina xwe ya stratejîk a bi Bexdayê re nerewa îstifade bike û bisaya wê leşkerên xwe yên li Sûriyê bişîne Herêma Kurdistanê.
Hizbullaha Iraqê jî bi weşandina beyanameyekê derxistina hêzên Amerîkayê ji nav Iraqê wek hewldanek bi alîkariya hin welatên wek Erebistan û Mîrnişînên Yekbûyî yên Erebî da zanîn ji bo berdewamiya mayîn DAIŞê li navçê de.
Ajansa Anadoluyê berî vê yekê diyar kir ku nêzîkî 100 kamyonên leşkerên Amerîkayê bi barê çek û sîlahan ve ji deriyê sînorê Sîmalka Sûriyê derbasî nav Iraqê.bûn.
Serokomarê Amerîkayê Donald Trump 19 Kanûnê ragihand ku wê hêzên Amerîkayê ji nav Sûriyê derxe. Eva di rewşekê ye ku terorîstên ber piştgiriya Amerîkay û hevpemanên wê yên navçê piştî 7 salan şer û pevçûnan nekarîn hikûmeta Sûriyê ji nav biben.