Goreke komî li Mûsilê hat dîtin
https://kurmanci.sahartv.ir/news/iraq-i299419-goreke_komî_li_mûsilê_hat_dîtin
Polîsê Nînowayê îro Înê ragihand ku goreke komî li başûrê bajarê Mûsilê hat dîtin, tê de termên 50 kesên sivîl hene.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Kanûn 21, 2018 11:20 Asia/Tehran
  • Goreke komî li Mûsilê hat dîtin

Polîsê Nînowayê îro Înê ragihand ku goreke komî li başûrê bajarê Mûsilê hat dîtin, tê de termên 50 kesên sivîl hene.

Neqîb Hemze Elî ji peyamnêra BasNewsê re ragehand ku, hêzên ewlehiyê goreke komî li gundê Ezbe ser bi nahiya Şore ve dîtin tê de rûfat û terên 50 kesên sivîl hebûn ji wan 29 kes endamê polîsê Nînowayê bûn.

Herwiha wî berpirsî da zanîn ku rûfatên qurbaniyan dê ji bo pizşka dadweriyê were veguheztin.

Heya niha bi sedan gorên komî li parêzgeha Nonewayê hatine dîtin ku bi hezaran termên qurbaniyên ku bi destê koma terorîst a DAIŞê hatine kuştin tê da bûn.