Frokeyên şêrr ên Iraqê baregehên çeteyên DAIŞ`ê li Sûriyê dane ber bombeyan
Wezareta Berevaniyê ya Iraqê qala êrîşa firokeyên şêrr ên hêza hewayî ya vî welatî ser baregehên çeteyên DAIŞ`ê li parêzgeha Dêra Zorê ya Sûriyê kirin.
Li gorî rapora Fars Newsê, Wezareta Berevaniyê ya Iraqê bi daxûyaniyekê ragihand ku firokeyên şêrr ên vî welatî du baregehên çeteyên DAIŞ`ê li navçeya Hecînê ya ser bi parêzgeha Dêra Zorê dane ber bombeyan.
Di wê daxûyaniyê da, tu amajeyek bi dema pêkhatina êrîşan nehatiye kirin. Li gorî vê daxûyaniyê, du avahî bi tevahî xera bûne. Avahiyên ku serçeteyên DAIŞê ewna jibo civînên xwe bi kar dianîn û bi cûrekê wek navenda fermanetiya têrorîstan dihatin zanîn.
Wezareta Berevaniyê ya Iraqêv di roja 11ê Kanûnê jî qala êrîşa esmanî li ser du baregehên têrorîstên DAIŞ`ê li navçeya Sûseyê li parêzgeha Dêra Zora Sûriyê kir û ragihand ku 44 têrorîst li nav van navendan xwe veşartibûn.
Êrîşên hewayî yên Iraqê li ser baregehên DAIŞê li nav axa Sûriyê ji Adara bihurî va li ser fermana Heyder Ebadiyê serokwezîr û fermandarê berê yê gişt hêzên çekdar ên Iraqê û bi razîbûna Bişar Esedê serokomarê Sûriyê dest p bûn.
Armanca van êrîşan girtina pêşiya ketina dubare ya van têrorîstan bo nav axa Iraqê hatiye zanîn.