Adil Evdilmehdî ne berbijarê Hevalbendîya Avakirinê yê serokwezîrtîya Iraqê ye
https://kurmanci.sahartv.ir/news/iraq-i296181-adil_evdilmehdî_ne_berbijarê_hevalbendîya_avakirinê_yê_serokwezîrtîya_iraqê_ye
Rêvebirekî Hevalbendîya Dewleta Qanûnê got: Hevalbendîya Avakirinê tu wexta Adil Evdilmehdî ji ber ku temenê wî zêde ye, nake berbijarê posta serokwezîrtîya Iraqê.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Îlon 21, 2018 12:01 Asia/Tehran
  • Adil Evdilmehdî ne berbijarê Hevalbendîya Avakirinê yê serokwezîrtîya Iraqê ye

Rêvebirekî Hevalbendîya Dewleta Qanûnê got: Hevalbendîya Avakirinê tu wexta Adil Evdilmehdî ji ber ku temenê wî zêde ye, nake berbijarê posta serokwezîrtîya Iraqê.

Li gorî rapora ajansa nûçan a Kurdpress`ê, Casim Beyatî bi gotina vîya ku pirranîya partîyên sîyasî li Iraqê ji ber ku Adil Evdilmehdî wezîrê berê yê nifta Iraqê idî danemir e, li dijî berbijarîya wî ji bo posta serokwezîrtîyê ne, ragihand: Hevalbendîya Avakirinê jî hîç demekê wî nake berbijarê vê postê.

Beyatî bi bîr xist ku Hevalbendîya Çaksazî û Jinûveavakirinê, Adil Evdilmehdî ji bo berbijarîya posta serokwezîrtîya Irqê guncav zanîye, ragihand: Hevalbendîya Al Fathê jî ragihandîye ku Adil Evdilmehdî bi xwe jî li dijî bidestxistina vê postê ye.