Hejmara qurbanên teqîna Kerkûkê aşkera dibe
Îlon 20, 2018 12:05 Asia/Tehran
Hejmara qurbanên teqîna Kerkûkê aşkera dibe û çavkaniyek jî behsa sedemên wê dike.
Çavkaniyek ewlehiyê ya Iraqî ji Sumeriye News re ragehandiye ku, teqîn şeva borî 19.09.2018ê nêzîk binkeyê Partiya Dewa Iraqê ya li taxa Tisîn a navenda Kerkûkê pêkhatiye.
Berdevkê wezareta tenduristiya Iraqê Seyf El Bedir ragehand, teqîn bi rêya bombeyekê ve pêkhatiye, ku bombe di nava otomobîlekê de hatiye danîn û bûye sedema birîndarbûna sê kesan bi giranî.
Piştî derxistina hêzên pêşmerge ji bajarê Kerkûkê û navçeyên derdora wê, Heşdî Şeibî û hêzên Iraqî berpirsyariya parastina asayîşa navçeyê û hemwelatiyan girt ser xwe. Lê belê kom û şaneyên veşartî yên DAIŞê û grubên tundrê hîn jî li van deveran êrişên terorîstî pêk tînin.