Pompeo û Helbûsî hevpeyvîneke telefonî pêkanîn
Îlon 20, 2018 10:04 Asia/Tehran
Wezîrê Derve yê Amerîkayê Mike Pompeo di pêwendiyeke telefonî de pîrozbahiyên xwe pêşkêşî Serokê nû yê Parlemana Iraqê Mihemed Helbûsî kir.
Wezîrê Derve yê Amerîkayê Mike Pompeo di daxuyaniyekê de piştgiriya xwe ji hewlên pêkanîna hikûmeta nû ya Iraqê re ragehand û diyar kir ku, hikûmeta nû li gor daxwazên gelê Iraqê be û di çarçoveya destûrê de were damezrandin.
Herwiha Wezîrê Derve yê Amerîkayê îdia kir ku welatê wî di vê qonaxa hestyar de piştgiriya Iraqê bi anîna aştî û aramiyeke zêdetir dike.