Erebeyeka bombekirî li Kerkûka Iraqê teqiya
Îlon 20, 2018 05:20 Asia/Tehran
Ji ber teqîna erebeyeka bombekirî li nêzikî ziyaretgeha şîeyan li bajarê Kerkûkê lin bakurê Iraqê sê kes birîndar bûn.
Li gorî rapora Mehr Newsê, Çarşemiyê bi şev erebeyeka bombekirî li nêzikî ziyaretgeheka şîeyan li bajarê Kerkûka Iraqê hat teqandin.
Seîd El Bedr, Berdevkê Wezareta Tendurustî û dermanê ya Irqê hejmara birîndarên vê bûyerê sê kes da zanîn.
Hîn diyar nebûye ku gelo armanca vê êrîşê ziyaretgeha şîeyan bûye an Ofîsa navendî ya partiya El Deiweyê li nêzikî cihê teqînê.
Heta niha tu kes an komekê berpirsiyariya vê êrîşê hilnedaye ser milê xwe.