15 DAIŞ`î li sînorê Iraqê û Sûrîyê hatin kuştinê
https://kurmanci.sahartv.ir/news/iraq-i296118-15_daiŞ_î_li_sînorê_iraqê_û_sûrîyê_hatin_kuştinê
Hêzên ewelhîyê yên Iraqê di encama opêrasyonekê de 15 têrorîstên DAIŞ`î li nêzîkî sînorên vî welatî û Sûrîyê kuştin.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Îlon 19, 2018 14:36 Asia/Tehran
  • 15 DAIŞ`î li sînorê Iraqê û Sûrîyê hatin kuştinê

Hêzên ewelhîyê yên Iraqê di encama opêrasyonekê de 15 têrorîstên DAIŞ`î li nêzîkî sînorên vî welatî û Sûrîyê kuştin.

Navenda ragihandinê ya erkantîya fermandetîya hevpar a leşkerî ya Iraqê di daxûyanîyekê de ragihand ku 15 têrorîstên DAIŞ`î li işkevtekê li bakura rojhilata devera Ekaşatê li rojavaya parêzgeha Al Anbarê hatin kuştinê.

Li gorî vê raporê, li wê işkevtê çend qawûşên teqemenîyê, çek û rextên têrorîstên DAIŞ`î jî hatin keşifkirinê.

Ji hêla din ve, dadgeha cezayê ya Kerxê li Bexdayê îro cezaya bidarvekirinê da Ismayîl Elwan Îsawî yek ji serkirdên koma têrorîst a DAIŞ`ê.

Al Îsawî berpirsê komîteya kivîşkirina Walîyan û Mîrên Dîwanên DAIŞ`ê, wezîrê fitwayan û endamê civata DAIŞ`ê û alîkarê Ebûbekir Bexdadî rêberê koma têrorîst a DAIŞ`ê dihat hesêb.