Hevdîtina şêwirmendê pilebilind ê Ebadî bi balyozê Îranê re li Bexdayê
https://kurmanci.sahartv.ir/news/iraq-i296051-hevdîtina_şêwirmendê_pilebilind_ê_ebadî_bi_balyozê_Îranê_re_li_bexdayê
Şêwirmendê pilebilind ê Heyder Ebadî serokwezîrê Iraqê bi balyozê Komara Îslamî ya Îranê re li Bexdayê hevdîtin pêk anî û gotûbêj kir.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Îlon 18, 2018 07:32 Asia/Tehran
  • Hevdîtina şêwirmendê pilebilind  ê Ebadî bi balyozê Îranê re li Bexdayê

Şêwirmendê pilebilind ê Heyder Ebadî serokwezîrê Iraqê bi balyozê Komara Îslamî ya Îranê re li Bexdayê hevdîtin pêk anî û gotûbêj kir.

 Li gorî rapora IRNA`yê, Welîd El-Hêlî, şêwirmendê pilebilind  ê Ebadî roja duşemiyê çû balyozxana  Komara îslamî li Bexdayê û êrişa ser konsûlgeriya  Komara Îslamî ya Îranê li Besrayê  şermezar kir  û li bara girtina hejmarek ji sebebkarên  vê destdirêjiyê û dewama lêkolîn û jêpirsîna  ji van kesana agahî da.

 Îrec Mescidî balyozê Komara Îslamî ya Îranê li Bexdayê jî li vê hevdîtinê tevî ragahndina  hevgirtina bi gelê Iraq û Besaryê daxwaza raghandina  encamên  lêkolînên  têkildar ji aliyê teşkîlata  dadweriyê û rawesana li ber sebebkarên  sereke yên bûyerê kir.

 Îniyê 7 Îlonê, komek bi mehna protestokirina rewşa aloz a gîhandina alîkariyê êriş kirin ser avahiya  konsûlgeriya Îranê li Besrayê û agir  berdan vê avahiyê.

 Parêzgeha Besaryê li başûrê Iraqê li heftiyên dawiyê şehedê xwenîşandana gel bona protestokirina bêkarî,  kêmbûna  asta  xizmetên giştî û tenahiyê, kêamsiya  av û karebayê û gendeliyê li saziyên dewletî bûye.