Lihevkirina hema bêje teqil a li ser serokwezîrtiya Adil Evdilmehdî li Iraqê
Çavkaniyên agah ên iraqî ragihandin ku hema bêje nasandina Adil Ebdulmehdî wek serokwezîrê Iraqê teqil bûye.
Li gorî rapora ISNA`yê ji zarê çavkaniyên iraqî, Hema bêje tayînkirina Adil Ebdulmehdî wek serokwezîrê Iraqê bi teqil bûye.
Çavkaniyên iraqî dibêjin ku Adil Ebdulmehdî ji bo bidestxistina posta serokwezîrtiya Iraqê li pey nebûna nerazîtiya merceyên bibandor li bara kandîdbûna wî, hema bêje sedî 95ê şansê xwe heye.
Çavkaniyên agah ên iraqî gotin ku rêberêîn du fraksiyonên Sairûn û ethê yanî Muqteda Sedr û Hadî Amirî, Adil Ebdulmehdî wek eksekî baş bo vê postê zanin.
Adil Ebdulmehdî hem di serdema xortaniya xwe da çûye aliyê Pan Ereban û hem demeka dirêj nêzikî tevgerên komonîstî yên welatê xwe bûye û di dawîn rawestgeha jiyana xwe ya siyasî da xwe nêzikî tevgerên îslamî yên şîeyan kiriye. Ew û hevfikrên wî yên din ji xîmdarên Civata Bilind a Îslamî ya Iraqê ne.
Adil Ebdulmehdî ku li Parîsê xwendiye û hema bêje hemî tevgerên şîe, sune, kurd ên Iraqê û heta aliyên biyanî ku rewşa siyasî ya vî welatî bo wan girîng e, tê qebûlkirn. Ebdulmehdî hem bi aliyên rojavayî ra xebitiye û hema ji ber nêrînên xwe yên neteweperestiyê ji aliyê welatên ereb li navçeyê va tê erêkirn û bi salan hebûna wî li Îranê û hebûna li desteya serokatiya Civata Bilind a Îslamî ya Iraqê jî bûye sebeb ku wek rêberekî şîe li Iraqê were zanîn.
Tevî hemî van çîrok û şiroveyan, em divê bêjin ku ew kesekî Têknokirat e ku berbihuriya wî nîşan daye amade ye bi hemî aliyan ra bixebite.