Ebadî biryar da hêz li ser sînorê Iraq û Tirkiyê were belavkirin
https://kurmanci.sahartv.ir/news/iraq-i296009-ebadî_biryar_da_hêz_li_ser_sînorê_iraq_û_tirkiyê_were_belavkirin
Civata Asayişa Niştimanî ya Iraqê bi serokatoya Heyder Ebadî biryar da, ku hêzên iraqî li ser sînorê bi Tikriyê re werin belavkirin û binpêkariyên Tirkiyê yên li ser erd û esmanê Iraqê bi belge bike.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Îlon 17, 2018 03:33 Asia/Tehran
  • Ebadî biryar da hêz li ser sînorê Iraq û Tirkiyê were belavkirin

Civata Asayişa Niştimanî ya Iraqê bi serokatoya Heyder Ebadî biryar da, ku hêzên iraqî li ser sînorê bi Tikriyê re werin belavkirin û binpêkariyên Tirkiyê yên li ser erd û esmanê Iraqê bi belge bike.

Duh 16`ê Îlona 2018, Civata Asayişa Niştimanî ya Iraqê bi serokatiya Fermandarê Giştî yê Hêzên Çekdarên Iraqê Heyder Ebadî civiya.

Li gorî daxuyaniya ofîsa serokwezîriya Iraqê, di civînê de gotûbêj li ser ewlehî û istiqrar, qahîmkirina sînor û bi belgekirina binpêkariyên li ser erd û esmanê Iraqê hatiye kirin.

Encûmena Asayişa Niştimnaî ya Iraqê biryar daye, ku binpêkariyên Tirkiyê yên li ser erd û esmanê Iraqê werin dokyumentkirin û hêzên parêzvanê sînor ên Iraqê bi dirêjahiya sînorê navbera Iraq û Tikriyê li ser sînorê hevbeş werin belavkirin.

Di civînê de rêxistin û erkên sereke yên Polîsê Federalî û çekdarkirin û bihêzkirina rola wan a temamker ligel artêşa Iraqê hatiye gotûbêjkirin. Herwiha encûmenê behsa seqamgîriya rewşa Besrayê û rêkarên parastina xelkê û milk û malên giştî jî kiriye.

Li gorî daxuyaniyê, Encûmena Asayişa Niştimanî ya Iraqê, Wezareta Derve erkdar kiriye, ku binpêkariyên Tikriyê li ser esmanê Iraqê bi dêkomênt raberî Netewên Yekbûyî bike û di Encûmena Asayişa Niştimanî de jî wan belgeyan dubare pêşkêş bike.