Hevalbendiya El-Benayê ya Iraqê komîteyek bona bijartina serokwezîr pêk anî
Yek ji rêberên hevalbendiya dewleta Qanûnê raghand ku hevalbendiya El-Benayê komîteyek bona bijartina serokwezîr li gor faktorên taybet pêk aniye.
Li gorî rapora ISNAyê, Xalid El-Esedî ji rêberên hevalbendiya dewleta qanûnê li daxûayniyekê destnîşan kir: Hevalbendiya El-Benayê ku du hevalbendiyên dewleta qanûnê û El-Fathê digre ber xwe, komîteyeke taybet bona bijartina serokwezîrê pêşerojê li gor hin faktorên taybet pêk anî. Vê hevalbendiyê destnîşan kir ku Nûrî Malikî rêberê wê hez nake bibe berbiajrê posta serokwzertiyê.
Li gorî vê daxûayniyê El-Esedî nasandina kandîdayekî bona kutakirina hevrikiyên li ser posta serokwezîrtiyê dûr da zanînû got: Ev meseleya tu peywendiya xwe bi parlemanê re tine û berbijarê serokwezîrtiyê divê ji firaksiyona mezintir an piraniyê be.
Vî serokê hevalbendiya dewleta Qanûnê got: Li gor qanûna bingehîn a Iraqê, parleman dengê xwe dide kabînê ku ji aliyê serokwezîr ve pêk tê û serokwezîr jî ji aliyê serokkomar ve dibe berpirsê pêkhatian kabînê.
Hevalbendiya Sairûnê ku ji aliyê tevgera Sedr ve piştgirî dibe destnîşan kir ku hemî navên ku li medyan bo posta serokwezîriyê hatine hilêxistin, nerast in.
Raid Fehmî ji serokên vê hevalbndiyê got: Hin berpirsên medyan û yên siaysî bona kanîdatoriya hin kesayetiyan ji bo posta serokwezîriyê wek kandîdayê lihevkirinê propagendeyê dikin ku eva nerast e û her tiştê ku hatiye weşandin, nerast e, komên siaysî heya vê gavê li bara mesela navê kanîdayên serokwezîriyê behs û gotûbêj nekirine.
Heyder Ebadî ku dewra serokwezîriya wî dawî bûye li daxûyaniyekê destnîşan kir: Ez qet îsrarê nakim ku ser desthilatê bimnin. Ez ser qanûna bingehîn disekinim û rêzê li ferman û tewsiyên merceyeta bilindqedr a Iraqê digrim û wan cih tînim.
Hakim El-Zamolî endamê tevegra Sedra Iraqê teqez kir ji ber ku qirar e kabîne dervey du hevalbendiyên Sairûn û Fathê pêk were hitmala serketina wê pir kêm e. Wî got: Tevgera Sedrê bala xwe dide ser mesela tevlîûna hevalbendiya dewleta qanûnê li nava hevalbendiya ku muhtemel e dewletê pêk bîne.