Muqteda Sedir gef kir ku dê tevlî opozosyonê bibe
https://kurmanci.sahartv.ir/news/iraq-i295913-muqteda_sedir_gef_kir_ku_dê_tevlî_opozosyonê_bibe
Serokê Bereya Sedir a Iraqê gef kir, heke neyarîya komên sîyasî li hemberî pêşnîyarên wî derbarê berbijartîya kesayetîyên srbixwe ji bo posta serokwezîrtîya vî welatî de bidomin, ew dê tevlî opozosyonê bibe.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Îlon 14, 2018 11:54 Asia/Tehran
  • Muqteda Sedir gef kir ku dê tevlî opozosyonê bibe

Serokê Bereya Sedir a Iraqê gef kir, heke neyarîya komên sîyasî li hemberî pêşnîyarên wî derbarê berbijartîya kesayetîyên srbixwe ji bo posta serokwezîrtîya vî welatî de bidomin, ew dê tevlî opozosyonê bibe.

Li gorî rapora malpera Somerye Newsê, Muqteda Sedir rêberê Tevgera Sedir a Iraqê li rûpela xwe ya Twwiterê nivîsî: Me bi kesayetîyên mezin ên Iraqê re debarê berbijarîya çend kesayetên Têknokirat û serbixwe ji bo posta serokwezîrtîyê li hev kir û ev biryara tam biryareke iraqî ye.

Wî herwiha got: Berbijarê posta serokwezîrtîyê divê wezîrên kabîna xwe dûrî parbendîyên bereyî, tayifî û nijadî û anegorî pîvanên durist û anegorî pisporî, karkirina durist û ezmûnê hilbijêre.

Rrêberê Tevgera Sedir a Iraqê li dewamê ragihand ku hin kesayetîyên sîyasî demlidest pêşnîyara wî ya bijartina kesayetîyên serbixwe û Têknokirat ret kirin ta ku bi vî awayî Iraq paşda bizvire û kesên gendel bi postên nû bên ser desthilatê û partî û sazîyên aborî yên ser bi wan kesan jî ser mafên gel serdest bibin.

Wî li dawîyê got: Heke kesên hanê vê helwesta xwe bidomînin, ez ê tevlî opozosyonê bibim.