Wezareta karên derve ya Iraqê, destdirêjiya ser konsulxana Îranê li Besrayê şermezar kir
Berdevk Wezareta karên derve ya Iarqê îniyê şevê li daxûyaniyekê destdirêjiya ser konsûlgeriya Îranê li bajarê Besrayê şermezar kir û mixabiniya xwe li bara wê da diyarkirin.
Li gorî rapora IRIB News`ê, Ehmed Mehcûb li vê daxûyaniyê bal kişand ser vê yekê ku ev cure kiyar ne li gorî çanda mazûvaniya nûnertiyên biyanî li Iraqê ne û destnîşan kir: Êrişa ser nûnertiyên dîplomatîk derbeyê li berjewendiyên Iraqê û peywendiyên wê tev welatên cîhanê dixe.
Îniyê şevê komek bona protesokirina rewşa aloz a gîhandina xizmetan, destdirêjî kirin ser konsûlgeriya Komara Îslamî ya Îranê li Besrayê. Li encama vê destdirêjiyê, avahiya konsûlgeriya Îranê agir girt.
Berdevkê Wezareta karên derve ya Iraqê, her wiha ji dewleta navendî û rayedarên herêmî xwest ku bila piştgiriya ji navendên dîploatîk li Besrayê xurt bikin.
Birêxerên xwenîşandana nerazîbûnê li Besrayê jî li daxûyaniyekê îstifada xirab a şerûtan ji xwestekên xwe şermezar kirin.
Rêvebriyên xwenîşandana li Besrê ragahndin ku roja şemiyê tu xwenîşandanek ji aliyê gelê ku xwestekên qanûnî ji dewletê hene dê neyê lidarxistin ku hêzên eskerî derfeta wan hebe endamên nifûzî yên Beisî û DAIŞ`ê peyda bikin û bigrin.
Îbrahîm Ceferî wezîrê krên derve yê Iraqê jî vê sibê bi daxûayniyekê destdirêjiya ser konsûlgeriya Îranê li bajarê Besrayê şermezar kir û destnîşan kir ku ev kiryar dê bibin sedem bo dijminên Iraqê drefet çê bibe.
Emar Hekîm serokê tevegra Hikmeya neteweyî ya Iraqê û şêx Qeys El-Xezelî serokê Esaibê Elê Heq jî destdirêjiya ser konsûlgeriya Komara Îslamî ya Îranê li Besaryê û navednên din û nivîsgehên partiyan û li vî bajarê başûrê Iraqê şermezar kirin.
Gelê Besrayê ku du mehan berî niha nerazîbûnên gelanî yên parêzgehên başûrî û navendî yên Iraqê ji ber rewşa aloz a gîhandina xizmetan, kêmasiya cereyanê, şorbûna avê û kêmaviyê, genedlî û lawaziya dewletê bo dabînkirina hevcetiyên seretayî bûn, ev çend roj in cardinê û vê carê bona protestokirina şorbûn û qirêjûna ava bajêr ku heya niha bi sedan kes pê mesmûm bûne, derketin kolan û çarsiyan.
Xwenîşandana li Besrayê li rojên buhurî bi awayekî meşkûk rastî şîdetê hatiye.
Ji sêşemiya vê heftiyê ku nearamî cardinê li Besrayê destpê bûne, 9 kes hatine kuştin û bi dehan kes jî birîndar bûne.