Balafirên Îraqê li nav axa Sûriyê li DAIŞê da
Artêşa Iraqê duh êvarê li daxuyaniyekê de ragihand ku balafirên vî welatî odeya operasiyonê ya koma terorîstî ya DAIŞê di nav axa Sûriyê de kirin hedef û hilweşandin.
Li gor nûçegihanê IRIB newsê, artêşa Iraqê li daxuyaniya xwe de diyar kir ku armanca vê êrişê îmhakirina meqerên herî dawiyê yên DAIŞê bû ku di encama wê de gelek ji serkirde û fermandên DAIŞê hatin kuştin.
Artêşa Iraqê dibêje ku ev operasiyona bi havahengiya Şamê cih hat.
Tevî têkçûna DAIŞê di nav axa Sûriyê û Iraqê de hîn jî hin komên vê grûpa terorîst li ser sînorên du welatan êrişên terorîstî pêk tînin.
Koma terorîst a DAIŞê ji sala 2011 li Sûriyê û ji sala 2014 li Iraqê bi alîkariya Amerîka û hin welatên navçê yênn wek Erebistana Siûdî, Tirkiye û Qeterê êrişên giran û dirindane cih anîn û gelek ji axa van du welatan dagîr kir, lê belê artêşên Iraq û Sûriyê karîn bi alîkariya musteşarên îranî vê koma terorîst di nav axa xwe de têk biben.