Rêxistina Neteweyên yekbûyî çavdêriya hilbijartinên pêşeroja Iraqê nake
https://kurmanci.sahartv.ir/news/iraq-i294836-rêxistina_neteweyên_yekbûyî_çavdêriya_hilbijartinên_pêşeroja_iraqê_nake
Taxima şandî yê Rêxistina Neteweyên Yekbûyî bo Iraqê,daxwaza berpirsên Herêma Kurdistana Iraqê ji bo çavdêriya ser hilbijartinên parlemanî yên vê herêmê li dawiya Îlona tê qebûl nekir.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Tebax 16, 2018 11:46 Asia/Tehran
  •  Rêxistina Neteweyên yekbûyî çavdêriya hilbijartinên  pêşeroja Iraqê nake

Taxima şandî yê Rêxistina Neteweyên Yekbûyî bo Iraqê,daxwaza berpirsên Herêma Kurdistana Iraqê ji bo çavdêriya ser hilbijartinên parlemanî yên vê herêmê li dawiya Îlona tê qebûl nekir.

 Li gorî rapora ISNA`yê, Taxima şandî yê Rêxistina Neteweyên Yekbûyî bo Iraqê,daxwaza berpirsên Herêma Kurdistana Iraqê ji bo çavdêriya  ser hilbijartinên parlemanî yên  vê herêmê li 30 Îlona tê qebûl nekir.

  Alîs Volbel, alîkarê nûnerê sekreterê giştî yê Rêxistian Neteweyên Yekbûyî li Iraqê li civîneke rojnamevaniyê ya hevparbi Henderîn Muhemed, serokê komîsona  hilbijartinên  Kurdistanê li Hewlêrê  li bara mijara hilbijartina parlemanî yên Herêma Kurdistana Iraqê got: Taxima  Rêxistian Neteweyên Yekbûyî tu carî dê rasterast çavdêriya  hilbijartinên  parlemanî yên herêmê li roja  denggirtinê neke.

 Volbel bal kişand ser vê yekê ku ji saziyên navneteweyî ji bo pêvajoya çavdêriyê  dewet hatiyekirin, got: Emê alîkariya  komîsyonê bikin û amadebûna me li navndên  dengirtinê dê nefermî be.

  Henderîn Muhemed jî li vê civîna rojnamevaniyê got ku dê bi zûtirkê amadekarî û xebatên  locêstîk ji bo lidarxistina hilbijartinê kuta dibin.