Şandiyê Rêxistina Neteweyên Yekbûyî daxwaza damezrandina dewleteke giştlaî li Iraqê kir
https://kurmanci.sahartv.ir/news/iraq-i294584-Şandiyê_rêxistina_neteweyên_yekbûyî_daxwaza_damezrandina_dewleteke_giştlaî_li_iraqê_kir
Şandiyê Rêxistina Neteweyên Yekbûyî li karûbarên Iraqê ji rayedarên pilebilind ên siyasî yên vî welatî xwest ku bila derfeta ji bo damezrandina dewleteke giştalî ya neteweyî xenîmet bizanin.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Tebax 09, 2018 12:17 Asia/Tehran
  •  Şandiyê Rêxistina Neteweyên Yekbûyî daxwaza damezrandina dewleteke giştlaî li Iraqê kir

Şandiyê Rêxistina Neteweyên Yekbûyî li karûbarên Iraqê ji rayedarên pilebilind ên siyasî yên vî welatî xwest ku bila derfeta ji bo damezrandina dewleteke giştalî ya neteweyî xenîmet bizanin.

 Li gorî rapora YJC`yê û ji zarê Associated Press`ê, Yan Kobîs, Şandiyê Rêxistina  Neteweyên Yekbûyî li karûbarên Iraqê ji rayedarên  siyasî yên vî welatî xwest ku bila  bala xwe bidin ser gelê Iraqê û derfeta damezrandina `` dewleta  neteweyî ya welatparêz, tam û tekûz û giştalî ku firqexwaz nebe`` û çavkaniyên  berfireh ên  welêt ji wan niftê li çarçoveya berjeweniyên  gişt iraqiyan bi kar bîne.

 Heya dema ku encamên  dawiyê yên hilbijartinên  parlemanî yên 12 meha Gulanê neyê raghandin, dê dewleta  nû li Iraqê  neyê damezrandin. ji ber îdiayên ku li bara  sextekarî û bê serûberiyên  li hilbijartinên  Iraqê hebûn, fermana  hejmartina  beşek ji dengan hat dayîn. Ev kara roja duşemiyê kuta bû, lê komîsyona  hilbijartinên Iraqê encamên  dawiyê eşkere nekirine.

   Şandiyê Rêxistina  Neteweyên Yekbûyî ji konseya ewlehiyê re got,  divê dewleta neteweyî ya nû ya Iraqê birek ji reformên siyasî, aborî û civakî û her wiha  aşitî û hakimiyeta baş ji wan rawestana li ber gendeliyê dayne ewlewiyetê.