Tevgera Sedir: Bêyî kurdan ti hikûmetek li Iraqê nayê pêkanîn
Berdevkê Tevgera Sedir, Selah Ubeydî ragihand, Kurd li Iraqê pêkhateyeke sereke û giring e û tekez kir, bêyî Kurdan ti hikûmetek li Iraqê nikare were pêkanîn.
Berdevkê Tevgera Sedir Selah Ubeydî li hevpeyvîna digele Kanala Rûdawê, bal kişand ser hewldanên pêkanîna hikûmeta nû ya Iraqê û got, Şîe niha bi ser du eniyan de dabeş bûne ku ew jî pirsgirêkek e li pêşiya avakirina mezintirîn fraksyon û hikûmeta nû ya Iraqê.
Wî herwiha got: Ji ber ranegihandina encamên dawiyê yên hilbijartinan, astengî li pêşiya pêkanîna mezintirîn fraksyona parlemenî û pêkanîna hikûmeta nû derketine.
Selah Ubeydî got: “Eger ecamên hilbijartinan werin pesendkirin, wê demê leza di pêkanîna mezintirîn fraksyonê dê wisa be ku me hemûya çaverê nekiribe, çimku jihevtêgihîştin di heyama sê mehên bihorî de, hevdîtin û nêzîkkirina nêrînan û diyarkirina taybetmendiya her eniyek ji u eniyên sereke yên Şîe, ku dixwazin mezintirîn fraksyonê çê bikin, li cem hemûyan aşkere ye, dê mezintirîn fraksyon were pêkanîn.”
Ubeydî herwiha eşkere jî kir, ku Hevpeymaniya Saîrûn û Bizava Hîkme û Eyad Elawî gihiştine lihevkirinekê, ku dibe di piştre bibin hevpeyman jî.
Berdevkê Tevgera Sedir destnîşan kir, ku Kurd pêkhateyeke giring a civaka Iraqê ye û tekez kir, bêyî hebûna Kurdan hikûmet li Iraqê nayê avakirin.
Selah Ubeydî da xuyakirin, Muqteda Sedir rol û cihê Kurdan baş dizane, ji ber vê yekê hevdîtina yekemîn piştî hilbijartinan ligel kurdan pêk anîbû.
Ubeydî wiha axivî: “Pêkhateya Kurd, pêkhateyeke giring e di nexşeya hikûmeta Iraqê de ye, ti hikûmetek bêyî hebûneke bihêz û bibandor a birayên Kurd nikare were pêkanîn, ti aliyek li ser vê yekê nakok nînin. Muqteda Sedir li hemû ast û karan de tekezî li ser wê yekê kiriye, lewma piştî derbasbûna pênc mehan bi ser hilbijartinan re, birêz Muqteda Sedir hate Bexdayê, yek ji wan şandên ku dît, şanda Kurdan bû û wê demê hemfikrî hebû derbarê pêkanîna hikûmetê de. Birayên Kurd wê demê biryar dabûn, ku çawan têne Bexdayê, gelo bi yek fraksyonê tên, yan bi cuda, ji bo têgihîştina derbarê daxwaziyên Kurdan di hikûmeta pêşerojê de, yan bi şêweyê du grûpî tên, piştî hilbijartinên meha 5, ew yek ji aliyê birayên Kurd ve diyar nebû.”