Ebadî: Iraq pişkdariya boykotên Amerîka dijî Îranê nake
https://kurmanci.sahartv.ir/news/iraq-i294540-ebadî_iraq_pişkdariya_boykotên_amerîka_dijî_Îranê_nake
Serokwezîrê Iraqê bilî rexneya ji dewra nû ya boykotên Amerîka dijî Îranê destnîşan kir ku Iraq pişkdariya boykotên Amerîka dijî Îranê nake.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Tebax 08, 2018 05:17 Asia/Tehran
  • Ebadî: Iraq pişkdariya boykotên Amerîka dijî Îranê nake

Serokwezîrê Iraqê bilî rexneya ji dewra nû ya boykotên Amerîka dijî Îranê destnîşan kir ku Iraq pişkdariya boykotên Amerîka dijî Îranê nake.

Li gor rapora telivîzyona El-Iraqiye, Heyder Ebadî Serokwezîrê Iraqê li press konferansa xwe ya êvara duhsêşemê bal kişande ser boykotên nû yên Amerîka dijî Îranê got: Iraq qet pişkdarî û piştevaniya boykotên Amerîka dijî Îranê nake lê li vî halî dapêbendî berevaniya ji xelkê xwe û xêr û qazancawelatê xwe ye.

Ebadî destnîşan kir: Em neyarê boykotên navnetewî dijî Îranê ne .

Wî got. Boykotên wiha pêştir gel û dewleta Iraqê lawaz kiriye loma em neyarê boykotên wiha dijî welatên cîhanê ew jî bi mihaneyên pûçin.

Donald Trumpê serokomarê Amerîkayê roja 8ê Gulana 2018an bi dubarekirina tawanên bêbingeh li dijî Îranê, derketin waşîngtonê ji Lihevkirina Atomî  û vegeriyana boykotên navokî di heyama ji sê heta şeş mehên tê da ragihand.

Ev karê Trump tûşî bertek û şermezarkirina berfireh a navxweyî û navneteweyî bû.

Bi awayekî ku Brîtanya, Fransa, Rûsiye, Çîn, Almanya û Yekîtiya Ewropayê wek aliyên din ên Rêketinameya Atomî ya digel Îranê destnîşan kirine ku pişta vê lihevikirinameya navneteweyî digirin.