Kutabûna hejmartina bi destan a dengên hilbijartinên parlimana Iraqê
Komsyona Bilind a Hilbijartinên Iraqê bi fermî ragihand ku hejmartina bi destan a dengên hilbijartinên parlimana Iraqê li navendên ku têkildarî wan doz hatibû vekirinê, kuta bû.
Li gorî rapora Kanala Somerye News`ê, hela ti nûçeyek derbarê asta guherîna encamên dengan anegorî hejmartina dîcîtal a dengan nehatîye belavkirinê.
Komsyona Bilind a Hilbijartinên Iraqê di 3`yê Tîrmehê de piştî ku alîyên curbicur derbarê hebûna sextekarîyê li hin navendên dengwergirtinê de doz ûgilî raber kirin, jinûvehejmartina bi destan a dengan destpê kir.
Piştî wê, Dadgeha Destûra Bingehîn a Iraqê wekî dezgeha herî girîng a dadwerîyê ya şirovekirina destûra bingehîn li vî welatî razîbûna xwe ser pêşnîyara ibtalkirina encamên hilbijartinên ên derveyî welêt û hejmartina bi destan a sedî 10`ê gist dengên hilbijartinên parlimana vî welatî ragihand.