Teqîna du bombeyan li bakurê Bexdayê û bakurê rojhilata Diyaleya Iraqê
https://kurmanci.sahartv.ir/news/iraq-i294423-teqîna_du_bombeyan_li_bakurê_bexdayê_û_bakurê_rojhilata_diyaleya_iraqê
Ji ber teqîna du bombeyan li bakurê Bexdaya paytexta Iraqê û bakurê rojhilata parêzgeha Diyaliyê li rojhilata vî welatî çend kes birîndar bûn.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Tebax 04, 2018 12:18 Asia/Tehran
  • Teqîna du bombeyan li bakurê Bexdayê û bakurê rojhilata Diyaleya Iraqê

Ji ber teqîna du bombeyan li bakurê Bexdaya paytexta Iraqê û bakurê rojhilata parêzgeha Diyaliyê li rojhilata vî welatî çend kes birîndar bûn.

Li gorî rapora roja Şemiyê ya Mehr Newsê ji zarê Sumiriye Newsê, Rayedarekî polîsê Iraqê ragihand: Ev bombe li ser riya xelkê li navçeya pêşeyî ya El Taciyê li bakurê Bexdayê hatibû danandin ku li pey teqîna wê 2 welatiyên iraqî birîndar bûn.

Her wiha rayedarekî herêmî li parêzgeha Diyaliyê qala birîndarbûna welatiyekî iraqî li pey teqîna bombeyekê li gundê Zehreyê li navçeya El Ebareyê li bakurê rojhilata Beiqûbeyê li bakurê rojhilata vê parêzgehê kir.

Dewleta Iraqê di Kanûna sala 2017an da bidawîbûna hebûna endamên koma têrorîst a DAIŞê ragihand, lê bermayiyên van têrorîstan carna hin êrîşan li Iraqê cih tînin.