Rêya navnetewî ya Bexda- El Remadiyê li Iraqê hat vekirinê
Çavkaniyên ewlehiyê yên Iraqê ragihandin: Rêya navnetewî ya di navbera Bexda û El Remadiyê de bi beşdariya Qasim El Erecî, wezîrê karên hundur ê Iraqê vebû.
Li gorî rapora roja çarşemiyê ya Ajansa nûçeyan a Sûmeriye News`ê, rêya navnetewî ya di navbera Bexda û El Remadiyê de ji sala 2014`an ji ber êrişa Koma Terorîst a DAIŞ`ê û operasyona leşkerî ya ji bo azadkirina parêzgeha El Remadiyê hatibû girêdan.
Fermandeyên ewlehiyê, eşîr û fermandeyên gelanî yên li parêzgeha El Enbarê, ragihandin: Rêya navnetewî ya di navbera Bexdayê heta derbasgeha sînorî ya Terîbîlê de bi tamî ewleh e û hêzên ewlehiyê yên Iraqê, kontrola sînorê Iraq û Urdin û hin pişkên Sûriyê girtine destê xwe.
Li gorî nûçeyeka din, Silêman El Cemîlî, wezîrê bazirganiya Iraqê li hevdîtina bi Elî Dîb El Hebhab, balyozê Libnanê re li Bexdayê li bara rêbazên vekirina rêya bejahî ya Iraqê bo Libnanê ku ji erdên Sûriyê ve derbas dibin, gotûbêj kirin.
Rêya di navbera El Tenef, El Welîd û Terîbîlê de rêya bejahî ya di navbera Iraq û Libnanê da ye û vebûna vê rêyê ji bo zêdebûna asta danûstandinên bazirganiyê bi taybet di warê berhemên cotkariyê de ji bo Iraq û Libnanê pirr girîng e.