Êrişa hewayî ya artêşa Iraqê ser pêgehên terorîstên DAIŞ`ê li Kerkûkê
https://kurmanci.sahartv.ir/news/iraq-i293533-Êrişa_hewayî_ya_artêşa_iraqê_ser_pêgehên_terorîstên_daiŞ_ê_li_kerkûkê
Firokên şêr yên artêşa Iraqê paşmayiya pêgehên terorîstên DAIŞ`ê li parêzgeha Kerkûkê li bakûra vî welatî kirine hedefa êrişên xwe.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Tîrmeh 11, 2018 04:44 Asia/Tehran
  • Êrişa hewayî ya artêşa Iraqê ser pêgehên terorîstên DAIŞ`ê li Kerkûkê

Firokên şêr yên artêşa Iraqê paşmayiya pêgehên terorîstên DAIŞ`ê li parêzgeha Kerkûkê li bakûra vî welatî kirine hedefa êrişên xwe.

Li gor rapora ajansa nûçan a Fars Newsê, ji zarê telivîzyona El-Meyadîn, Firokên şêr yên artêşa Iraqê paşmayiya pêgehên terorîstên DAIŞ`ê li parêzgeha Kerkûkê li bakûra vî welatî kirine hedefa êrişên xwe û çend tonêl, veşartgeh û kempekî terorîstên DAIŞ`ê jinav birin.

Terorîstên DAIŞ`ê li vê pêgehê xwe bona êrişa ser riya Kerkûk Bexdayê amade dikirine.

Hêzên ewlehiya Iraqê vê dûmahîkê operasiyonekî berfireh li parêzgehên Kerkûk û Diyalê dijî paşmayiyên terorîstên DAIŞ`ê destpê kirine.

Ev operasiyona wê çaxê destpê bû ku terorîstên DAIş`ê hinek ji hêzên ewlehiya Iraqê li ser riya Kerkûk Bexdayê rehîn girtibûn û paşê jî ewna kuştibûn.

Qumandê operasiyona hevpar a Iraqê hefteya bihurî ragihand ku 143 gundên derûdora Kerkûkê ji destê terorîstên DAIŞ`ê hatine azadkirin.